Freitag, 22. Oktober 2010

TZPKurdî: Zimanê Kurdî ne be, nabe!

ANF
15:01 / 22 Cotmeh 2010

AMED - Her ku diçe nerazûbûnên li dijî redkirina daxwaza xwe parstinê ya siyasetmedarên kurd zêdetir dibin. Nerazîbûnek tund ji Saziya Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZPKurdî) hat. Li ser navê TZPKurdî Mamoste Rifat Ozturk diyar kir ku redkirina parastina kurdî nayê qebûlkirin. Her wiha da diyarkirin ku di TRT 6 ê de bi zimanê kurdî heqaret li gelê kurd tê kirin.

TZPKurdî, bi boneya biryara 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku daxwaza parastina siyasetmedarên kurd red kiribû şermezar bike li ber dadgeha Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên TZPKurdî, KURDÎ-DER'ê jî di nav de, gelek kes amade bûn. Li ser navê TZPKurdî Mamoste Rifat Ozturk daxuyanî xwend. Ozturk, diyar kir ku Komara Tirkiyeyê 87 sal in helwesta înkar û tunehesibandina li hember çand, ziman, siyaset û hebûna gelê kurd didomîne û wiha got: "Helwesta dadgehê ya li hember vê doza qirkirina siyasî û redkirina parastina bi zimanê zikmakî, di heman demê de tê wateya red û înkara gelê kurd. Bi vê helwesta dadgehê nêrîn û nêzîkatiya dewletê û hikûmeta Akp'ê ya li hemberî hebûna gelê kurd bi awayekî vekirî aşkera bûye. Bi vê biryara dadgehê gotinên derewîn û du rû yên hikûmeta AKP'ê yên mîna 'Em birayên hev in, em xwediyê heman mafan in.' Derketiye holê û rûyê AKP’ê û Erdogan ê rastîn ji aliyê gelê kurd ve hatiye nasîn. Êdî kumê Erdogan ê kesk ji serê wî ketiye û guriyê serê wî ji aliyê gelê kurd ve hatiye dîtin. Êdî gelê kurd bi tu awayî bi AKP'ê û Erdogan bawer nabe. Pişta xwe bi wan girê nade û bi wan naxape."

ERDOGAN DAXWAZA 25 MILYONAN KURD NABÎNE

Ozturk, anî ziman ku li gorî Erdogan ji bo 10 hezar karkerên tirk ên Elmanya 'Perwerdehiya bi zimanê tirkî mafekî bingehîne û wiha axivî: "Ku dewleta Elmanya vî mafê nede karkerên tirk ev pêkanîn pişaftine, asîmîlasyone. Asîmîlasyon jî sûcê mirovahiyê ye.' Lê gava ku 25 milyon kurd ên li vî welatî daxwaza bi zimanê zikmakî dikin dibin cudakar û dewleta Tirkiye'yê parçe dikin. Heman Erdogan ji bo daxwaza 25 milyon gelê kurd dibêje 'Bila tu kes hêviya daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî ji me neke.'"

Ozturk, da zanîn ku TRT 6 a ku qaşo ji bo maf û azadiyên gelê kurd vekirine, di heman TRT 6 ê de bi zimanê kurdî heqaret li gelê kurd tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: Bi vê doza dîrokî hemû cîhanê durûtî û derewîniya hikûmeta AKP'ê bi awayekî matmayî temaşe kir. Êdî dinya alem dizane ku gotinên Erdogan ên xemilandî yên di ger û geşta dewletê Ewropa de tev derew in. Li hember vê helwesta hikûmeta Akp'ê ya qirkirina siyasî, tunehesibandina çand, ziman û hebûna gelê kurd zext û zora li ser siyasetmedar, hilbijartî, şaredar, endamêm meclisên şaredariyan û meclisên giştiyên bajaran bi kiryarên bê emsal ên wekî dîlên şer bi îşkenceyan re rûbirû mane, hatine binçavkirin û girtin. "

ZIMANÊ KURDÎ NE BE NABE

Ozturk, bal kişand ser daxwaza gelê kurd û wiha pêde çû: "Gelê kurd jî dibêje 'Zimanê kurdî ji bo gelê kurd nebe nabe û jêneger e.' Zimanê kurdî sedema hebûn, jiyan û rûmeta gelê kurd e. Gelê kurd dê bi vê ferasetê heta ku her welatiyekî kurd jî weke welatiyên tirk li sukê, li bazarê, li nexweşxaneyê, li dadgehê bi awayeke azad, bê zext û zor zimanê xwe bikar bîne , ji pêşdibistanê heta zanîngehê mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bidest bixe,û ji hemû mafên bingehîn ê welatîbûnê sûd werbigire, dê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomîne. Li girtiyên vê dozê û li daxwaza wan a parastina bi zimanê zikmakî xwedî derbikeve. Lewre di kesayetiya kesên ku di vê dozê de tên darizandin gelê kurd bi hemû nirx û rûmetên xwe ve tê darizandin. Li hemberî vê helwesta bêrûmetkirinê em ê bêdeng nemînin heta ku devleta Tirkiye yê ji ber zext, zor û pêkûtiyên ku li ser çand, ziman û hebûna gelê kurd pêk aniye leborînê ji gelê kurd biaxaze, em ê rûyê rastîn ê hikûmeta AKP'ê ji raya giştiya hemû cîhanê re aşkera bikin."

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

ANF NEWS AGENCY

1 Kommentar:

  1. Evarbas hevalên heja,

    ez wek kurdek dibejim:
    "Kurdî jiyan e, Kurdistan viyan e!"
    Bê ziman jiyan nabe!

    Ez bang dikim, ku em, Kurd hemû, xwedî li zimanê xwe derkevin, pê zimanê me winda neve.

    Biji azadîya gelan!

    AntwortenLöschen